Rojava News: Li bajarê Qoserê yê Mêrdînê jidayîkbûna Mela Mistefa Barzanî hat pîrozkirin.
Îro li bajarê Qoserê, 112emîn salvegera jidayîkbûna Mela Mistefa Barzanî bi beşdariya bi sedan kes hat pîrozkirin.
Di merasimê de belgefîlmek li ser jiyana Mela Mistefa Barzanî hat nîşandan.
Di wê merasimê de ku ji aliyê Platforma Demokratên Kurd ve hatibû organîzekirin, jibilî nûner û endamên partiyên Bakur nûner û endamên partiyên Rojavayê Kurdistanê yên mîna PDK-S, Yekitiya Kurd û Partiya Pêşverû jî beşdar bibûn.
Mela Mistefa Barzanî, roja 14ê Adara 1903ê li gundê Barzan ê Başûrê Kurdistanê ku wê demê di bin destê Împaratoriya Osmanî de bû, hatiye dinyayê.
Barzanî roja 1ê Adara 1979ê jî li Amerîkayê wefat kir.
