Rojava News: Di dema ku Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li başûrê parêzgeha Kerkûkê pêşvediçûn gorek bikom dîtin, ku termê 19 kuştiyan têde bû.
Derbarê vê gora bikomde, çavkaniyekê ji nav Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li enya Kerkûkê, nûçe piştrastkir, û ragihand:“ li nêzîkî gundê Şemsî li başûrê parêzgeha Kerkûkê Gorek bi kom ji aliyê Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê ve, di dema paqijkirina wan ji wê deverê re ji çekdarên DAIŞê, hate dîtin.”
Herwiha got: “19 terim di wê Gorê de hebûn, hemû jî bi cilên leşkerî bûn, û piştî hatibûn girtin ji aliyê DAIŞê ve hatibûn gulebarankirn.”
