Rojava News: Bi helkefta 27emîn salvegera kîmyabarana Helebçe li bajarên Rojavayê Kurdistanê bi hezaran kes wê dakevin kolanan û komkujiya Helebçe şermezar bikin.
Di 16ê Adara 1988an de û di encama kîmyabaran bajarê Helebçe de ji aliyê rejîma Beis ve, herî kêm 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn û nêzîkî 10 hezar kesên din jî birîndar bûbûn.
Bandora kîmyabarana bajarê Helebce tenê di roja 16ê adara 1988an de nebû, lê belê heta niha jî bandoreke wê ya xirab li ser bajêr heye.
Yek ji êşên xelkên Helebçe ew e ku heta niha jî piraniya termên qurbaniyan nehatine dîtin, ji ber ku di dema kîmyabaranê de qurbanî di gellek gorên bi kom de hatin binaxkirin.
Heta niha jî hewlên kolana wan gorên bi kom bê encam in, ji ber ku di wan goran de gazeke bi jehr derdikeve û kes nikare jê nêzîk bibe.
