Rojava News: Li nêzîk pira Qere Qozakê 50 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, firokeyên hevpeymanan jî 2 konvoyên wê rêxistinê jinavbirin.
Li derdora pira Qere Qozakê ya ser bi herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ve, şerekî giran di navbera Hêzên Kurdî û çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) de dereketibû.
Li gor çavkaniyeke: “DAIŞê hêzeke mezin ji bo kontrol kirina devera pira Qere Qozakê amadekiri bû, bi vê sedemê duh Yekşeme şer di navbera Hêzên Kurdî û çekdarên DAIŞê e destpêkir, herî kêm 50 çekdar hatin kuştin, bi dehanjî hatin birîndarkirin û hejmarek mezin ji otombîl û çekên giran yên çekdarên DAIŞê têkçûn.”
Hemen çavkaniya diyar kir ku: “Firokeyên cengî yên Hevpeymaniya Navdewletî 2 konvoyên piştevaniya DAIŞê têkbirin ku bêhtir ji 10 otombîlan pêk dihat û çekên giran hilgirtibûn, konvoya yekem li bakurê navçeya Munbicê ûya duyem jî li derdora bajarê Babê bû.”
Li gor çavkaniyê, niha pira Qere Qozakê di bin kontrola Hêzên Kurdî de ye.
