Serkerdeyekî PDK-S : heger Encûmena Niştîmaniya kurdî kongirê xwe neke Emê hemû desteyên wê bi guherin

Serkerdeyekî PDK-S : heger Encûmena Niştîmaniya kurdî kongirê xwe neke Emê hemû desteyên wê bi guherin

RojavaNews: Endamê polîtbîroya Partiya Dîmuqrata Kurdistana – Sûriyê "PDK-S" Ebdlkerîm Mihemed ragihand:" heger Encûmena Niştîmaniya kurdî kongirê xwe neke Emê  Nûnerên xwe di hemû Desteyên Serkerdaytîyê de bi guherin".

Mihemed ji RojavaNews re demê kongereya ENKSê  diyar kir, ku dê  Encumena Niştîmaniya Kurdî  di van  Hersê Mehên bê de li darbixe.

                                                               

derbarê Nûnertiya Encumana kurdî di Opizisyona Sûriyê de Mihemed eşkerekir ku Cêgirê Serokê Hevpeymana  Opizisyona sûriyê ji para partiya wan e û di civîna xwe ya îro de, dê Cêgirê Serokê wê binav bikin .

Herweha Mihemed balkişan li ser rewşa Cîgir û Nûnerê wan yê berê Ebdilhekîm Beşar û got : ku dibe Ew di Deseteya Siyasî a Hevpeymanê û  Komîta peywendiyên derve de bimî.

Afiya Hacî