Rojava News: Pdk−s: PDK−S Mistefa Oso wekû cîgirê serokê hevpeymaniyê destnîşan kir.
Ebdilhekîm Beşar endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan−Sûriya PDK−S ji malper û Radyoya Rojava re got ku di heyama civînên xwe de li ser destnîşankirina Mistefa Oso endamê Polîtbîroyê wekû cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştîmaniya opozîsyona Sûriyê birêkeftin ketin.
Beşar lê zêde kir ku ewê di nava Komîteya Giştî ya Hevpeymaniyê de bimîne û dê komîteyên din jî karê xwe berdewam bikin.
