Rojava News: Aştîxwazên ku piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê bi “Trêna Aştiye” ji Stenbolê bi rê ketibûn û rawestgeha wê ya dawî Amedê, gihîştin Sêwaze.
Di çarçoveya çalakiya ji aliyê “Platforma Li Aştiyê Binêre” hatî lidarxistin de “Trena Aştiyê” dê li 8 bajaran rawestin û bi welatiyan re li ser aştiyê biaxivin. Biryara Trêna Aştiyê dê 21ê Adarê Cejna Newrozê bigihîje rawestgeha xwe ya dawî Amedê.
Berdevkê Platformê Cengiz Algan jî da zanîn Sêwaz rawesgeha wan a 6emîn e û wiha domand:
“Hezar sale em bihevre dijîn, dê ji niha pêde jî wisa be. Em hêvî dikin ku ev pevçûnên rawestin. Emê vê baharê 2 cejana pêkve bibînin. Em ser welatê xwe yê hevpar bihev re bijîn.”
Di çarçoveya çalekiyê de li gara Sêwazê “dara aştiyê” hat çandin.
Trêna Aştiyê dê 21ê Adarê Cejna Newrozê li Amedê be.
