Rojava News: Endamekî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) dibêje, bila Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) biryarekê bistînin ku hilbijartinên Cizîrê ne rewşa bûn.
Endamê Polîtburoya PDK-Sê Kamîran Haco ragihad: “Ji bo serxistina Rêkeftina Dihokê, pêwîst TEV-DEM û hevalbendên wê biryarekê bistînin ku, hilbijartinên şaredariyan li Kantona Cezîrê ne rewşa bûn û eger vê yekê nekin em bi ti awayî venagerin nav rêkeftinê.”
Ji ber ku TEV-DEMê hilbijartinên şaredariyan ên Kantona Cizîrê paş nexistin weke ku Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jê daxawz kirbû, ENKSê endamtiya xwe di Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê de ragirt.
Xelkên Rojavayê Kurdistanê heta radeyeke bilind bawriya wan bi rêkeftina Dihokê hemû, ew jî tevî ku rêkeftinên Hewlêrê berî wê ne çûne serî, lê bawriya xelkê Rojava bi wê yekê dihat ku rewşek ji vê aloztir di ser Rojvayê Kurdistanê re derbas nabe.
Hilbijartinên şaredariyên Kantona Cizîrê roja 13ê Adara îsal hatibû lidarxistin û encamên wan jî hatin belavkirin.
