Ji bo pêşmergeyan balafirek çêkir

Ji bo pêşmergeyan balafirek çêkir

Rojava News: Nerîman Enwer yê 38 salî ji bo pêşmergeyan balafireke ku 5 saetan dikare bifire çêkir.  

Balafir cara ewil bi awayekî fermî li Hewlêrê Baregeha Hewayê ya Leşkerî ya Herîrê hat firandin. Waliyê Hewlêrê Newzat Hadî û gelek rayedar jî beşdarî merasimê bûn û Enwer qasî 5 deqîqeyan li hewayê tur avêt.

 

Piştî firînê Enwer daxuyanî da rojnamevanan û got ku ew ne endezyar e û tenê bi dibistana seretayî qedandiye.

Enwer wiha axivî: "Bi tenê ji ber meraq û cehdkirinê min ev balafir çêkir. Motora wê 100 beygir e, dirêjahiya wê 6 mêtro, berayiya wê jî 8 mêtro û nîvek e. Di saetekî de 200 kîlomêtro bilez dikare bifire. Min ji bo pêşmergeyan di 6 mehan de çêkir. Lê ev 24 sale ez li ser dixebitim. Ji bo vê ez çûm gelek welatan û min perwerdeya pîlotiyê jî dît. Şikir îro me cara ewil ew firand. Ji bo ku piştgirî dan min, ez Serok Mesûd Barzanî û her kesî re spas dikim. Ez ê ji bo ku moderntir û baştir bibe xebatên xwe bidomînim."

 

Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî jî Enwer pîroz kir û wiha axivî: "Wek hikûmeta Kurdistanê çi ji destê me hat me alîkariya birayê xwe Nerîmanê kir. Herêma Kurdistanê li hember DAİŞê têkoşîneke mezin dide. Heta duh yên ku piştgirî didan rejima Baasê û Saddam Huseyîn îro jî bûne DAİŞ êrîşî Kurdistanê dikin û dixwazin Kurdistanê ji holê rakin. Lê ew ê tu carî negîhîjin armancên xwe. Hemû dinya alîkariya pêşmergeyan dike û pêşmerge wê bi ser bikevin."

 

Li herêma Kurdistanê zêde balafirên şer tune û ji ber vê jî balafira Enwer li welêt gelek deng veda. Medyaya kurdî jî eleqeyeke mezin nîşanî balafirê û Enwer da.