Rojava News: Qaymeqamê Sirûcê Abdullah Çîftçî diyar kir ku di nav mehekê de 31 hezar penaberên Kobanî vegeriyane mal û warê xwe.
Xelkê herêma Kobanî yên ku ji ber êrişên DAIŞê 6 meh berê reviyabûn Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, piştî rizgarkirina herêmê ji aliyê hêzên Pêşmerge û YPGê ve, dest bi vegerê kirin.
Piştî prosedûrên fermî, penaberên ku pirraniya wan jin û zarok in, ji deriyê sînorî yê Murşîtpinarê derbasî aliyê Kobanî dibin.
Qaymeqamê Pirsûsê Abdullah Çîftçî da zanîn ku zêdetirî 190 hezar kurdên Kobanî ji ber şer û êrişên DAIŞê xwe spartibûn Tirkiyeyê û wiha got:
"Li Kobanî şer bidawî bû lê nêzîkî 50 gundî hê jî di destê DAIŞê de ne. Li gorî agahiyên me, li wan deran car caran şer û pevçûn diqewimin. Navenda bajêr ji destê DAIŞê hat rizgarkirin ji ber vê jî rêjeya vegeriyanê zêde bûye. Di meha dawîn de bi qasî 31 hezar kes vegeriyan welatê xwe."
Qaymeqamê Pirsûsê ragihand ku ew li gorî rê û rêzikekê destûra derbasbûnê didin û wiha dewam kir:
