Rojava News: Zarokekî Kurd ku ligel malbata xwe vegeriya bû bajarê Kobanê, ji ber teqîna mînekê ku li gundekî ji aliyê DAİŞê ve hatibû danîn, canê xwe ji dest da.
Yek ji wan Kurdên ku berê koçber bûbû û niha vegeriya ye bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bi navê Mihemed Hemo got: ‘’Îro (19.03.2915), zarokekî Kurd ê 10 salî, ji ber teqîna mîneke ku berê ji aliyê DAİŞê ve li navçeyê hatibû danîn, canê xwe ji dest da û 4 kesên din jî birîndar bûn. Ew mîn jî li gundê Qomoş ê başûrê Kobanê teqiya.’‘
Li gor wan agahiyên ku ji çavkaniyeke pizîşkî gehiştine ragihandinê: , yek ji wan kesên ku bi teqîna mîna îro birîndar bûbû, birîna wî dijwar e û ji bo çareseriyê bo nexweşxaneyeke Bakurê Kurdistanê hatiye şandin.
