DAIŞê berpirstiya teqînên Hesekê girt ser xwe

DAIŞê berpirstiya teqînên Hesekê girt ser xwe

Rojava News:  Rêxistina DAIŞê berpirstiya teqînên bajarê Hesekê girt ser xwe.

 

Îro danê êvarê, li bajarê Hesekê di encama du teqînan de 35 kes şehîd bûn û nêzîkî 150 kes jî birîndar bûn.

 

Her du teqîn jî li taxa Muftî ya Hesekê û di nav beşdarên pîrozbahiya Newrozê de çêbûn.

 

Demek kurt piştî bûyerê, DAIŞê bi rêya radyoya xwe ragihand, teqînên Hesekê ji aliyê wan ve hatine kirin.