Barzanî li eniya şer Newroza Pêşmerge pîroz kir

Barzanî li eniya şer Newroza Pêşmerge pîroz kir

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar Mesûd Barzanî li eniya şer Newroza Pêşmerge pîroz kir.

 

Barzanî îro serdana du eniyên şer kir û cejna Newrozê li hêzên Pêşmerge pîroz kir.

 

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar, pesnê pêşmergeyan da û wiha got: “Ez spasiya fermande û pêşmergeyên qehreman ên ku canê wan li ser destê wan e, dikim. Wêrekî û mêrxasiya we serê me hemiyan bilind kiriye.”

 

Mesûd Barzanî her wiha ji pêşmergeyan re got ku terorîst roj bi roj lawaztir dibin û efsaneya DAIŞê bi destê Pêşmerge hat şikandin, ji ber ku êdî hêza wan nemaye ku li ser Kurdistanê bibin tehdîd.

 

Barzanî di beşek din a axaftina xwe de şîret li pêşmergeyan kir û diyar kir, divê Pêşmerge girêdayî etîka bilind a kurdiniyê bin û qet bêhurmetiyê li kuştiyên dijmin bikin.