Rojava News: Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê eşkere kir ku, îro danê nîvro terorîstên DAIŞê dîsa êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge, lê bi tundî bersiva wan dan û ziyaneke mezin gehandin wan.
Qasim Derbo, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê nîvro terorîstên DAIŞê li taxa Nesirê, ji aliyê burca Şingalê êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge êrişa wan têk birin û ziyaneke mezin gehandin wan.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Hejmara çekdarên DAIŞê li Şingalê pir kêm bûye û pir lawaz bûne. Dibe ku 200 çekdarên wan mabin, û yên ku mane jî bê çek mane.”
Herwiha ji aliyê xwe ve, Fermandarê Pêşmerge Îsa Zêweyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî şevê din li navenda darayî ya terorîstên DAIŞê dan û di encamê de 40 terorîstên wan hatin kuştin û 4 otomobîlên wan hatin têkbirin, herwiha otomobîlek din dixwest bireve Hêzên Pêşmerge lê dan û şewitandin.”
Îsa Zêweyî wiha got: “Her şevê din, 30 terorîstên DAIŞê ji Beac bi aliyê Şingalê ve dihatin, lê hatin bordûmankirin û her 30 hatin kuştin.”
