Hêzên Pêşmerge emîrekî DAIŞê kuştin

Hêzên Pêşmerge emîrekî DAIŞê kuştin

Rojava News:  Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li eniya Başîkê ragihand ku, di şerê şevê din de, emîrekî DAIŞê bi nave Ebû Ebdulah û 11 terorîstên din jî hatin kuştin û çek û teqmeniyên wan ketin destê Hêzên Pêşmerge de.

 

Emîd Behram Yasîn Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li eniya Başîkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Şevê din seat 12:15 çekdarên DAIŞê êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û piştî şerekî giran, Hêzên Pêşmerge bi serketin û karîn derbeyên giran li wan terorîstan bidin û emîrekî DAIŞê bi nave Ebû Ebdulah û 11 terorîstên din jî hatin kuştin.”

 

Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li eniya Başîkê wiha got: “Gellek çek û teqmeniyên wan ketin destê Hêzên Pêşmerge de.”

 

Emîd Berhem wiha domand: “Moralê Hêzên Pêşmerge li navçeyê pir bilind e û ji her êrişekê re amade ne û li hêviya fermanê ne da ku bi awayekî berfireh êriş bikin.”