Balafiran li Kobanî li DAIŞê dan

Balafiran li Kobanî li DAIŞê dan

Rojava News: Balafirên şer ên Amerîka û hevpeyamaniya navdewletî 9 operasyonên asmanî li dijî rêxistina DAIŞê li Iraq û Sûriyê pêk anîn.

Fermandeya Hêzên Hevbeş a Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand: “Di nava 24 seatên borî de, balafirên şer ên Amerîka û hevpeyamaniya navdewletî 9 êriş kirin ser çeper û navendên DAIŞê li Iraq û Sûriyê.”

Di wê daxuyaniyê de amaje bi êrişên ser Sûriyê hatine kirin, ku 3 li nêzîkî Kobanî bûn û tê de navendeke DAIŞê û hejmarek otomobîlên wan hatin jinavbirin. Her wiha êrişa li nêzîkî bajarê Reqayê bû.

Li Iraqê jî, balafirên şer ên Amerîka û hevpeyamaniya navdewletî di 3 operasyonên asmanî li Mûsilê de, DAIŞ kirin armanca lêdanên xwe û gellek ziyan gehandin wan.

Li gorî wê daxuyaniyê, li bajarê Remadiyê jî balafiran li DAIŞê da.