Rojava News: Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek derbarê merasîma veşartina şehîdên teqînên Hesekê derxist û têde kiryarên PYD şermezar kir.
Duh, merasîma veşartina 31 şehîdên teqînên Hesekê li gundê Dawidiyê yê Hesekê hat lidarxistin
ENKS di daxuyaniya xwe de dibêje ku roja berya veşartina şehîdan gihiştibûn rêkeftinekê derbarê çawaniya lidarxistina merasîma veşartinê, lê ew rêkeftin ji aliyê PYDê ve hate xerqkirin.
ENKS kiryarên PYD şermezar kir û istixlal xwîna şehîdan bo berjewendiyên partîtî red kir.
