Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan daxwaz kir dosya komkujiya Newrozêa li Hesekê bibe tawanên navdewletî

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan daxwaz kir dosya komkujiya Newrozêa li Hesekê bibe tawanên navdewletî

Rojava News: Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan daxwaz kir ku dosya komkujiya Newrozê a li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê veguhêzin dadgeha tawanên navdewletî û weku tawana li dijî mirovatiyê bê nasandinê.

Di beyannameke xwe de rewangeha Sûrî ya mafê mirov ragihandiye ku ew komkujiya ku rêxistina terorîst a DAIŞ li bajarê Hesekê şeva Newrozê li dijî bi dehan zarok û jinan encam da li dijî çanda pêkvejiyanê û azadiyê û li dijî tevahiya gelê Sûrî bi hemû pêkhateyên wê ye. Weku heman kiryarên rêjîma Sûriyê ye ku bi milyonan xelkê Sûriyê dikuje û koçber kiriye.

Rewangeha Sûrî diyar kiriye ku di wê komkujiyê de 54 welatiyên Sûrî ku 20 ji wan zarokên li xwar 18 salî ne û 15 jin li jor 18 salî re ne û tevî 18 genc û zilamane tevî şervanekî ji YPG ye şehîd bûne.