Rojava News: Zindana Heseke li rojavayê Kurdistanê, roja 24 Adara sala 1993 hatibû şewitandin û di encamê de 61 kes hatibûne kuştin, 25 ji wan Kurd bûn.
Zindan di sala Yekîtiya Misir û Sûriyê de ji bo 200 girtiyan hatibû avakirin, lê hikûmeta Sûriyê 700 gitrî xistinû wê zindanê.
Girtiyên di ketin zindana Hesêkê wekî hemû zindanên rêjîma Bassê rastî heqaret û kiryarên dijmirovahî yên rayedarên zindanê dihatin. Ji ber ku girtiyên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hemû dianîn vir, pêkanînên cuda jî li dijî girtiyan dihatin meşandin. Di zindanê de girtiyên siyasî û edlî di nav hevde dihatin girtin, di nava koguşan de nakokî dihatin çêkirin û bi riya sîxurên di nava girtiyan de girtî li dijî hev dihatin derxistin.
Komkujiya zindana Hesekê jî di encama van pêkanîna de hate pêkanîn. di 24'ê Adara 1993'yan saet di 18.00'an zindan hate şewitandin û komkujî pêk hat. Di komkujiyê de 25 ji wan kurd bi giştî 61 girtiyan jiyana xwe jidest dan.
Şewat çawa derket:
Şewata ku di koguşa 2'yemîn de derket, di encama plana di navbera rayedarên zindanê û hin girtiyên edlî de pêk hatibû. Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê dane, beriya şewatê rayedarên zindanê bi hinceta, "Êdî gaz nayê zindanê" li koguşan gaz belav kir. Girtiyan jî şûşeyên gazê li koguşan bicîh kirin.
Piştî demekê jî girtiyên ku ji rayedarên zindanê re sîxurtî dikirin, agir bi koguşê xistin û ji ber madeya gazê agir zû gûr bû. Dengê girtiyan bilind bû, lê rayedaran deriyê zindanê venekirin. Girtiyê bi navê Qehreman Elî ji koguşa 3'yemîn êrîşî leşkerê ku kilît pêre ye kir û derî vekir. Girtî ji ber agir reviyan lê ji ber ku koguş pir dirêj bû û agir gur bibû, girtiyan nikarîbûn ji koguşê derkevin. Di encamê de 61 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 100 girtî jî birîndar bûn.
Her wiha hêzên rêjîmê piştî şewatê, bi îdîa ku şewat derxistine, 4 girtî bidarve kirin.
