Li Parlamentoya Ewropayê serxwebûna Kurdistanê

Li Parlamentoya Ewropayê serxwebûna Kurdistanê

Rojava News: Parlamentoya Ewropayê di rûniştina xwe de, behsa referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat kirin.

Di rûniştina duhî de, şanda Ewropayê ya ku serdana Herêma Kurdistanê kiribû û raportek li ser rewşa ewlehî û mirovî li Herêma Kurdistanê amade kiribû, xwend.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî ji Rûdawê re ragihand: Di rûniştina Parlamentoya Ewropayê de, behsa nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin, herwiha amaje bi birrîna budceyê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Bexdayê ve hat kirin.”

Dilawer Ajgeyî wiha got: “Serokê wê şanda ku serdana Herêma Kurdistanê kiribû, daxwaz ji Parlamentoya Ewropayê kir ku ji aliyê mirovî û peydakirina çekan alîkariya Herêma Kurdistanê were kirin, ji ber ku niha di şerekî mezin de ye û ji aliyekî din ve, bê bawerî ketiye navbera Hewlêr û Bexdayê de.”

Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê wiha domand: “Herwiha di wê rûniştinê de, behsa wê yekê hat kirin, ku Herêma Kurdistanê dixwaze referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk bîne, lê ji ber şerê DAIŞl ew referandûm hat paşxistin û di pêşerojê de, dê were lidarxistin.”

Roja 19ê vê mehê şandeke Parlamentoya Ewropayê serdana Herêma Kurdistanê kir û raporek li ser rewşa mirovî û rewşa şerê li dijî DAIŞê, amade kir.