Rojava News: Lêvegera Siyasî ya Kurd li rojavayê Kurdistanê biryar dabû ku civîna wê ya asayî roja 26ê adarê bê lidarxistin, lê belê bi sedema nakokiyên di nav wan û TEV-DEMê de de diyar e ENKS beşdar bibe an nebe.
Tevî biryara ENKSê bi ragirtina endamtiya xwe, nûnerên TEV-DEMê dibêjin civata lêvegerê heta niha li cî ye û ew nizanin nûnerên ENKSê beşdarî civînê bibin yan na.
Endamê Lêvegera Siyasî ji Nûnertiya TEV-DEMê Telal Mihemed ji Rûdawê re wiha got: “Lêvegera Siyasî di civata xwe ya borî de biryar dabû ku roja 26ê Adarê Lêveger civîna xwe ya bê lidarbixe.”
Mihemed herwiha anî ziman bi baweriya wî dê baş be eger nûnerên ENKSê li civînê beşdar bibin da ku nakokiyên her du aliyan li ser maseya danûstandinê bên çareserkirin.
Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Wehde) di lêvegera Siyasî de Mistefa Meşayix jî ji Rûdawê re tekez kir ku eger civîna lêvegerê di dema xweya destnîşankirî de bê lêdarxistin ewê weke partiya El-Wehde beşdar bibin, lê da zanîn ku dibe civîn bê paşxistin.
Meşayix got ew weke Partiya El-Wehde naxwazin ti pirsgirêk li pêş civatên lêvegerê de derkevin.
Lê endamê Lêvegera Siyasî li ser lîsteya ENKSê Muhsin Tahir tekez kir ku ew weke nûneran beşdarî civînê nabin.
Muhsin Tahir ji Rûdawê got, eger nakokiyên derbarê leşkeriya neçar, girtiyên siyasî û vegera ENKSê ji bo Kobanî ji aliyê TEV-DEMê ve neyên çareserkirin ti wate ji Lêvegera Siyasî re tune ye û ew weke ENKSê li gel wan rûnanin.
Tahir got ew ne tenê li civînê beşdar nabin dibe ku bêyî endamên ENKSê lêveger nabe cihê rewatiyê ji ber ku bi gotina wî Lêvegera Siyasî di navbera du aliyan de ye û ji alîkî din ve jî, heta ku biryar cih bibin, li gorî peyrewa navxwe divê ji sedî 75 endaman, ango 29 endam beşdar bibin.
Bi gotina Tahir, eger nûnerên ENKSê beşdar nebin, tenê 20 endam dimînin û êdî li gorî peyrewa navxwe ti rewatiya civînê namîne.
Piştî civîna 4ê Adarê, ku civîna dawî ya Lêvegera Siyasî bû, bi sedema encamdana helbijartinên şarederiyê li Cizîrê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, ENKSê endamtiya xwe di Lêvegera Siyasî û komîteyên wê de ragirtibû.
ENKSê ragihandibû ku di dawiya vê meha Adarê de ewê helwesta xwe ya safî derbarê çarenûsa lêvegerê de yekalî bikin.
3 sal in ji bo yekîtiyê çend hewldan hatin kirin lê ti encam nedan.
Ji ber ku TEV-DEMê hilbijartinên şaredariyê yên Kantona Cizîrê paşnexistî bû ENKSê endamtiya xwe ya di Lêvegera Siyasî de rawestandî bû.
Hilbijartin ji aliyê rêveberiya Herêma Kurdistanê ve jî ne hatibû naskirin.
Bi banga Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Cotmeha 2014an li bajarê Dihokê di navbera ENKS û TEV-DEMê de peyamek hatibû îmzekirin.
Lê mercên pêyama Dihohekê jî wekî ya 2012an a Hewlêrê ne hatine bicihkrin.
