Demirtaş li Stenbolê, Zana Li Amedê, Onder li Enqerê dibin namzet

Demirtaş li Stenbolê, Zana Li Amedê, Onder li Enqerê dibin namzet

Rojava News:  Partiya Demokratîk a Gelan HDPê lîsteya namzedên xwe ji bo hilbijartinê 7ê Hezîranê aşkere dike û cihên wan namzedan jî destnîşan dike ku cihên bilind di HDPê de wergirtine.

 

Li gor lîsteya HDPê, Selahedîn Demîrtaş li Stenbolê, Fîgen Yuksekdag li Îzmîrê, Sirî Sureya Onder li Enqerê û Leyla Zana jî li Amedê wê bibin namzedên HDPê.

 

Heta niha hezar û 501 kesan xwestine bibin namzedên HDPê û ji bo destnîşankirina 550 namzedan wê nav wan têkevin sîstemekê.

 

HDPê komîsyoneke ji 15 kesan ji bo karûbarên hilbijartinê pêk aniye û hevserokên HDPê, KCDê û DBPê endamên wê komîsyonê ne.

 

Biryar e îro her şeş hevserokan li Enqerê bicivin. Li gor rapirsiyeke ku HDPê li seranserê Tirkiyeyê pêk aniye, HDPê wê bikaribe benda % 10 derbas bike.

 

Alîkarê serokwezîrê Tirkiyeyê û berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê, Bulent Arinç duh ragihand ku HDPê wê di hilbijartinên 7ê hezîranê de di navbera % 11 heta 12 ji dengan bi dest bixe.