Rojava News: Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li navendeke DAIŞê dan û têk birin.
Li gor hagahşyan ev 2 roj in ku çekdarên DAIŞê êriş nekirine ser Hêzên Pêşmerge, lê îro danê nîvro balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li navendeke DAIŞê li nava bajarê Şingalê dan û ew navend bi ser çekdarên wan de têk birin û her hemû kuştin.
Li gor hatiye zanîn: Terorîstên DAIŞê heta niha bêtirî 100 xaniyên welatian li Şingalê teqandine, ku hemû yên kurdên êzîdî ne.
