Amûdê: Ciwanek hate kuştin

Amûdê: Ciwanek hate kuştin

 

Rojava News: Li bajarê Amûdê ciwanê bi navê Mihemed Seyd Elo li pêşiya deriyê xwe   di dema gulebarankirinê de jiyana xwe ji dest da.

Mihemed Seyd Elo di dema gulebarana wî ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin û nayê zanîn ka sedema gulebarankirina wî jî çiye?

Li gor zanyariyê li ser malpera PDK-Sê,   kesekî  motorsûwar  li pêşiya malê wî rawestiya û pirsa navê wî jê kiriye û pişt re bi demançeyekê çend gule reşandiye ser  navbirî.

Herweha di reşana guleyan de Mihemed  Seydo jiyana ji dest da û kes û karê Mihemmed Seydo ew rakirin nexweşhanê lê   encam ne hate girtin..

Ev çar salin ji dema Şerê Surî destpêkiriye gelek cara buyerê bi  rengî encam didin,  û sedêmê wan ka malbatîne an siyasî ne nayê zanîn.