ENKS : 100 nîşanên pirsê li ser rizgarkirina Idlibê hene

ENKS : 100 nîşanên pirsê li ser rizgarkirina Idlibê hene

Rojava News: Ofîsa Turkiyê ya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê helwesta xwe ji bo daxwuyaniya ji aliyê hin girûpên dijberiya Sûriyê derbarê dest danîna li ser bajarê Idlibê ku navê ENKS jî di wê daxuyaniyê de hatibû diyarkir.

 Di wê daxuyaniya ENKS de hate goti : “  Me tu daxuyanî sebaret Idlibê imze nekiriye û navê ENKS bê agahiya wê lê hatiye zêdekirin “.

 “Em weku ofîsa Turkiyê ya ENKS tekez dikin ku ENKS bejdarî wê daxwuyaniyê nebûye, ev yek nayê wê wateyê ku em li dijî rizgarkirina her bajarokekî Sûriyê ne , lê belê em sed nîşanên pirsê deyninn li ser vê şêwaza rizgarkirinê dema ku Eniya Elnusra ya navê wê di lîsteya terorê de ye wê rizgarkirinê radighîne .

 Ofîsa ENKS weha berdewam dike : “ Ev şêwazê rizgarkirinê nîşane ku ezmûna rizgarkirina bajarê Reqayê berî niha ji aliyê DAIŞê li bajarê Idlibê dubare dike ji aliyê Eniya Elnusra ve , li gel piştevaniya me ji bo rizgarkirina her navçeyek li Sûriyê ji aliyê artêşa azad ya ku baweriya wê bi dîmoqratiyet û fireh alî li pêşeroja Sûriyê tê , lê azadkirina Sûriyê ji rêjîma tawanbar û ji nû ve hêzên terrorist deteser bikin em vê yekê pîroz nakin .