Encumena Asayişa Kurdistanê ew bûyer piştrast kir

Encumena Asayişa Kurdistanê ew bûyer piştrast kir

Rojava News: Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê nûçeya kuştina kujerê şehîd Hucam Sûrçî piştrast kir.

Encumena Asayişê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, şeva borî saet 8:45, li taxa Qahîre ya Mûsilê çekdarê kurd ê DAIŞê Muwefeq Esed Eskender hat kuştin.

Hat gotin ku du çekdarên din jî pê re birîndar bûne.

Hucam Ebdulrehman Sûrçî, ku sala 1970ê li gundê Berdesorê yê devera Berdereşê ya Başûrê Kurdistanê ji dayîk bibû, roja 25ê Çileya îsal li taxa Erebî ya Mûsilê ji aliyê çekdarê kurd ê DAIŞê Muwefeq Esed ve hatibû şehîdkirin.