Balafirên Amerîkayê li nêzîk Kobanî û Hesekê dan

Balafirên Amerîkayê li nêzîk Kobanî û Hesekê dan

Rojava News: Balafirên şer ên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî 5 operasyon li herêma Kobanî û operasyonek jî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê pêk anîn.

 

Piştî rizgarkirina bajarê Kobanî ji destê DAIŞê, hêzên kurdî li wê herêmê dest bi rizgarkirina gundan kirin û heta niha piraniya wan gundan xistine destê xwe, lê dîsa jî şer li wir berdewam dike û balafirên hevpeymaniyê alîkariya hêzên kurdî dikin.

 

Artêşa Amerîkayê di daxuyaniyekê deragihand: “Di nava 24 seatên borî de, balafirên me 15 operasyonên asmanî li dijî navend û çeperên DAIŞê li Iraq û Sûriyê pêk anîne.”

 

Li gorî wê daxuyaniyê, 6 ji wan êrişan li Rojavayê Kurdistanê bû, ku 5 li herêma Kobanî û 1 jî li nêzîkî bajarê Hesekê bû.

 

Artêşa Amerîkayê wiha got: “Herwiha balafirên hevpeymaniyê 9 operasyonên asmanî li Iraqê pêk anîn û di hemû êrişan de ziyanên mezin gihîştin DAIŞê.”