Erebkirina deverê

Erebkirina deverê

 

Erebkirina deverê

 

Rojava News:  Piştî ku kirîza Sûriyê sala xwe ya çaremîn derbas kir, dibe ku bingehên qonaxeke diyar tê xwestin da ku çareseriyek ji vê kêşeyê re we re dîtin, piştî vê hijmara mezin ji kuştin,wêrankirin, koçbarkirinê , her wiha rewşek ne aram di nava hemû bajar û bajarokê Sûriyê de, lewra vê dawiyê gellek koçberî di nava deverên kurdî derket û Kurd berê xwe dan derveyî sînoran, bi taybetî çûn Herêma Kurdistanê ku derdora 300 hezar kes. Ji bilî bi hezaram li Ewropayê bi cih bûn, li şûna welatiyên ku ji deverên xwe derketin gellek Ereb niştecî bûn ku ji deverên wekû Dêra Zorê û Helebê hatine.Ev yek jî helbet ji wê yekê tê ku deverên me Kurdan aram in, bê guman ev yekê metirsiyê ji aliyê daketina rêjeya welatiyên Kurd çê dike Bi sedan mamoste, pijîşkên Kurd ji deverên Kurdî ji ber zehmetiya jiyanê û gefên kesên desthilatdar reviyane û ev yek valahiyekê pirr mezin çê dike û deverê dixe jêr metirsiyê de.

Hin ji welatiyên Kurd dibêjin ku koçberî tiştekî normal e ji ber ku mirov li aramî û jiyaneke xweş digere û hin ji wan dibêjin ku dive mirovê Kurd dernekeve û xaka xwe ya pîroz biparêzeû tu carî wê xakê bernede

Dibînim ku demografiya devera Kurd li Rojavayê Kurdistanê tê guhertin, ji ber ku Ereb bi awayekî hembiz berê xwe didin deverên me û ev yek cihê metirsiyê ye, divê welatiyê Kurd xaka xwe bernede û milkê xwe jî nefroşe Ereban da ku em di paşerojê de nekevin oirsgirêkan û pîlanên dijminan pê neyên.

 

Ehmed Lewend