Barzanî Pêşwazî li Ebadî kir

Barzanî Pêşwazî li Ebadî kir

Rojava News: Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî gihîşt Hewlêrê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî lê kir.

 

Barzanî li Balafirgeha Hewlêrê ya navdewletî pêşwazî li Ebadî û şanda pê re kir.

 

Tê çaverêkirn ku ligel Hewlêrê nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û ji nav wan jî rêkeftina petrolê, kontrolkirina Mûsilê û pirsa koçberên Iraqê li Herêma Kurdistanê û çawaniya vegera wan bê gotûbêjkirin.