Rojava news: Hat zanîn ku teqînek li gundê Til Nesrî yê Til Temirê rû da û DAIŞ Dêreke gund şewitand.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku teqînek li nêzîkî Dêra Seyde El-Ezraa li gundê Til Nesrî li gundewarê bajarokê Til Temirê çê bû û dêra gund hate teqandin.
Li gor çalakvanan ku DAIŞ hin ji wê Dêrê şewtandiye ji ber ku dûman bi ezman ketiye.
Tê zanîn ku Til Nesrî welatiyên wê Aşûrî ne û berya niha çekdarên DAIŞ destê xwe danîbûn ser wî gundî.
