El-Nusra li ser rêya Heleb- Şamê 300 kurd revandin

El-Nusra li ser rêya Heleb- Şamê 300 kurd revandin

Rojava News: Desteya  Şerîî ya CebhEt El-Nusra li bajarokê El-Dana yÊ Idlibê îro zêdetirî 300 welatiyên Kurd ên ji  Efrînê revandin.

 

Li gor nuçeyên li ser malperan;  ji xala kantrolê ya El-Teyara ya li gundê Tiqad a 20 km dikeve rojavayê parêzgeha Helebê 5 otobosên ku îro di saetên sibehê de ji Efrînê ber bi Heleb û Şamê ve diçûn, hatine revandin.

 

Tê gotin ku otobosên hatine revandin tevî rêwiyên tê de ji Desteya Şerîî ya bajarokê El- Dana ya ku di bin serweriya Cebhet El- Nusra de ye re hatine şandin.

 

Hat gotin ku rêwiyên jin hatine berdan û zêdetirî 300 sivîl jî li cem Desteya Şerîî hatine girtin.