Rojava News: Çavkaniyek ji asayişa Soranê radighîne ku, di çend rojên borî de hejmarek ji gerîleyên PKK xwe radestî wan kirine û dixwazin dest ji jiyana çekdarê berdin û vegerin nav malbatên xwe.
Berdevkê asayişa Soranê Emîd “Helkewt Rifeet” ji BasNews re ragihand: “Vê salê çend Gêrîlayên PKKê xwe radestî Asayişa Soranê kirine û di çend rojên derbasbûyî de jî çend Gêrîlayekî din xwe radestî hêzên me kirin, ji me xwestine ku ew vegerin nav malbatên xwe û dest ji karê çekdarî berdin”
Gotebêjê asayişa Soranê got jî: “Ew kesên xwe radestî me dikin bêtirê wan xelkên Başûrê Kurdistanê ne û yên din jî ji Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne û bêtirê kesên xwe radestî asayişa Sornê kirine zilamin, lêbelê Îsal bi tenê Gêrîlayeke Jinên PKK di nav wan de bûn”
