Ferîd Sedûn: li Kurdistan a Sûriyê Kurd bûne kêmîne

Ferîd Sedûn: li Kurdistan a Sûriyê Kurd bûne kêmîne

Rojava News: Ferîd Sedûn emîdê kolêja wêje li zankoya bajarê Hesekê got" Rewşa Kurdistana Sûriyê pirr xerab e û xelk mijûlî dabînkirina nanê zarokên xwe ne."

Ferîd Sedûn di hevpeyvînekê li gel Rudawê de got: “ji ber rewşa xeter û ne zelal  ku aniha li rojava û li suriye heye ciwanên kurd direvin”

Û herweha got "Welatiyên Kurd cezayên çûnûhatina otombîlan bi awayekî fermî didin rejîma Esed, lê rêveberiya xweser baca ji xelkê li taxên Kurdan destine.  Li deverê ya desthilatdar û xurt  rejîma Esede û desthilatdariya rêveberiya xweser bê wateye."

 

Derbarê rewşa xwendevanan de jî Sedûn got; “hejmara xwendevanan sala borî derdora 35 hezaran bû, lê îsal tenê 8 hezar xwendevan e û kurd niha li deverên xwe bûne kêmîne.