Rojava News: Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Dihokê ragihand, dibistanên ku li ser çiyayê Şingalê ji aliyê PKKê ve hatine avakirin, ne qanûnî ne.
Çend roj berê li ser çiyayê Şingalê 6 dibistan ji bo zarokan ji aliyê PKKê ve hatibû avakirin.
Rêveberê aGiştî yê Perwerdeya Dihokê Ebd Yûsif îro li bajarê Dihokê di civîneke rojnamevaniyê de li hember vekirina wan dibistanan nerazîbûn nîşan da û got, ji bilî Rêveberiya Perwedeya Dihokê ti kes û aliyek nikare li ser çiyayê Şingalê dibistanan veke.
Ebd Yûsif diyar kir ku yên li ser çiyayê Şingalê dibistan vekirine girêdayî partiyeke siyasî ne û vê yekê jî ji bo berjewendiyên siyasî yên xwe bikar tînin ne ji bo xizmetkirina qutabiyên deverê. Yûsif wiha axivî: “Ji ber wê jî em li dijî vekirina her cure dibistanekî ne ku li derveyî pîvanên Wezareta Perwerde ya Başûrê Kurdistanê be.”
Rêveberê Perwerdeya Dihokê da zanîn ku di encama lêkolînan de derketiye ku 6 dibistan li derveyî qanûnên perwerdeya Başûr li ser çiyayê Şingalê hatine vekirin û dibistan jî ti bingeheke wan a hiqûqî û zanistî tine.
Ebd Yûsif destnîşan kir ku devera Şingalê girêdayî Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Dihokê ye lewma her dibistanek li wir were vekirin divê bi fermana Perwerdeya Dihokê be.
