Barzanî bi partiyên Rojavayê Kurdistanê re dicive

Barzanî bi partiyên Rojavayê Kurdistanê re dicive

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê digel serok û sekreterên partî û hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bicive.

 

Li gorî agahiyên hatine wergirtin Barzanî dê sibê (8ê Nîsanê) bi Sekreterê Partiya Pêşverû Hemîd Derwêş, Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela û Sekreterê Partiya Yekitiya Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro bicive.

 

Hat gotin ku di wê civînê de dê rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê, têkiliyên wan bi TEV-DEM û PYDê re her wiha rewşa ENKSê bên axaftin.