Li Serê Kaniyê Şervanên Kurd sê gund rizgarkirin

Li Serê Kaniyê Şervanên Kurd sê gund rizgarkirin

Rojava News: Şeva borî di operasyonekê de sê gund hatin azadkirin.

Şervanên Kurd sê gund ji gundewarên Serê Kaniyê li Rojavayê Kurdistanê ji çekdarên Rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ)ê rizgarkirin.

 

Şeva borî Şervanên Kurd di operasyoneke leşkerî de gudên (Tolan, Nûh û Umêr) ser bi bajarê Serê Kaniyê ve ji çekdarên DAIŞê rizgarkirin û hejmara kuştî û birîndaran ne hatiye naskirin”

 

Ev heye demek hewldanên DAIŞê ji bo dagîrkirina deverên cuda ji Rojavayê Kurdistanê  berdewamin, bi taybet piştî şikestina wan li her yek ji Til Hemîs, Til Berak û Kobanê.