Dêrik… PYD karmendekî ofîsa PDK- S revand

Dêrik… PYD karmendekî ofîsa PDK- S revand

RojavaNews: Çekdarên PYDê duh karmendê ofîsa Partiya Demuqrata Kurdistan a – Sûriyê Dilşad Ebdullha Mehmûd Cehwer (17) salî revand.

Elî Mehmûd Cewher mamê Dilşad ji malpera RojavaNews re tekz kir ku çekdarên PYDê duh êvarê (09.04.2015) kurê birayê wî Dilşad Ebdullah Mehmûd Cehwer revandine . (revand.)

Herweha Cehwer got ": Bang li hemû hêzên Kurdistanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikim ku biraziyê min ê zarok vegerîne "

Dilşad Ebdullah Mehmûd Cehwer ji Gundê Elî Gamêşe û li bajarê Dêrikê dimîne.

Zozan Yusif