Rojava News: Piştî ku 217 kurdên êzîdî ji nav destê DAIŞê rizgar bûn û xwe gihandin sînorê Herêma Kurdistanê, yekser Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî pêşkêşî wan kirin.
9ê nîsanê piştî ku 217 kurdên, ku pîr û jin û seqet bûn, karîn xwe ji nav destê DAIŞê rizgar bikin û xwe bigihînin sînorê Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yekser tîmeke taybet bo alîkariya wan pêk anî û li nahyeya Pirdê dest bi alîkariya wan kir, ji warin û vexwarinê û derman û cilan.
Hemûyan sûd ji vê alîkariyê dît û kêfxweşiya xwe bi wan alîkariyan nîşan dan û sipasiya dezgehê kirin.
