Rojava News: Çekdarên rêxistina DAIŞ ji 4 aliyan ve êriş kirin ser çeperên Pêşmerge li eniya Herdanê ya li nêzîkî bajarokê Tileferê, lê êrişa wan hat têkbirin.
Berpirsê Lîwaya 8 ya Hêzên Pêşmerge, Refet Sergelî ji Rûdawê re ragihand: “Îro serê sibehê seat 05:30 çekdarên DAIŞê li ser rêya Herdanê, bi çekên giran û sivik ji 4 aliyan ve, êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê rastî bersiveke tund hatin û gellek ziyan dîtin.”
Derbarê ziyanên DAIŞê, Fermandarê Pêşmerge, Emîd Feysel Xelekanî wiha got: “Di wî şerî de 11 kes ji wan hatin kuştin. $ ji wan xwekuj bûn û dixwestin bi dizî derbasî nava çeperên Pêşmerge bibin û xwe biteqînin, lê berî ku bigihên ji aliyê Pêşmerge ve hatin kuştin.”
Emîd Feysel Xelekanî wiha domand: “Jibilî wan 11 terman ku li cihê şer mane, çekdarên DAIŞê gellek ziyanên din di encama lêdana balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî de jî dîtin.”
Xelekanî ragihand: “2 Pêşmerge bi sivikî birîndar bûn.”
