Fermanderê Pêşmerge li Kobanê: dema hatina Hêza Pêşmergeya nû diyar nebûye

Fermanderê Pêşmerge li Kobanê: dema hatina Hêza Pêşmergeya nû diyar nebûye

Rojava News: Fermanderê Hêzên Pêşmerge li bajarê Kobanê ragihand ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo cîbicîkirina erkê xwe yê netewî beramber miletê kurd li gundewar û bajarê Kobanê maye. Pêşmerge li Kobanê erkê xwe yê netewî cîbicîdike.

 

Fermanderê Hêzên Pîşmerge li Kobanê ragihand ku ji destpêka beşdarbûna Pêşmerge di şerê azadkirina Kobanê de heta niha bi tenê Pêşmergeyek şehîd bûye û 3 Pêşmergeyên din birîndar bûne. Û ew jî tekez kirk u Pêşmerge li Kobanê erkê xwe yê netewî bi cîdike û amadeye jib o her beşekî din ji beşên Kurdistanê bi erkê xwe rabe heger jê bê xwestin erkê xwe yê netewî bicî bîne, her wiha red kirk u, ti demek ne hatiye diyarkirn jibo vegera Pêşmergeyên li wir û hatina Pêşmergeyên nû û got jî: “Ev mijar girêdayîserkidayetiya Pêşmergeye li Herêma Kurdistanê”

 

Emîd Telet ew jî eşkere kir ku, aloziyê mezin li pêşiya xelkê Kobanê hene ji ber kiryarên DAIŞê yê hovane û pêwîstiya Kobanê bi alîkariyên Miovî heye bi taybet keresteyên pizîşkî û xwarinê her wiha got jî: “Daişê gelê kurd kir yek li her derê û pêwîste miletê Kurd mifa û sûdê ji vê bigre û bi her şêweyê bibr yek”