Rojava News: Parlementoya Kudistanê kar li ser amadekirina proje destûra Herêma Kurdistanê dike, daku referandûm li ser bê kirin.
Parlementoya Kurdistanê civîna xwe ya asayî li dardixe, ku têde wê du proje yasayan gotûbêj bike.
Li gor ku di karnameya parlementoyê xala yekem: “Gotûbêjkirina proje yasaya amadekirina proje destûra Herêma Kurdistan-Iraqê ji bo referandûmê.”
Xala duyem jî “Gotûbêjkirina proje yasaya parastina mafên pêkhateyên neteweyî û olî û mezhebên olî li Herêma Kurdistan-Iraqê.”
