Rojava News: Li devera Herdanê ya nêzîkî bajarokê Tileferê yê Mûsilê, şerekî giran di navbera Pêşmerge û DAIŞê de derket, di wî şerî de 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Li nêzîkî gundê Herdanê yê Tilefera Mûsilê, çekdarên DAIŞê êrişî Pêşmerge kirin lê hêzên Pêşmerge bersiveke tûj dan wan lewma neçar man paşde vegerin.
Li gorî ku fermandeyên Pêşmerge dibêjin, di wê êrişê de zêdetirî 500 çekdarên DAIŞê beşdar bibûn ku herî kêm 30 ji wan hatin kuştin.
Pêşmergeyekî got, di nav kuştiyên DAIŞê çekdarên biyanî jî hebûn lê pirranî xelkê bajarokê Tileferê ne. Gellek kêr û şûr bi xwe re anîbûn da ku pê serê pêşmergeyan jê bikin…
