Rojava News: Ew bombeyên bicîmayî bûne sedema nakokiyan di nav çekdarên DAIŞê de
Li rojhilatê bajarê Mûsilê bombeyek bicîmayî bi hejmarek ji çekdarên Rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ)ê ve teqiya û bi wê sedemê 4 Emîrên wê rêxistina tundirew hatin kuştin.
12 Nîsanê li taxa (Someriye) li rojhilatê Mûsilê bombeyek bicîmayî di yek ji baregehên DAIŞê de bi wan ve teqiya û bi sedema wê, çend Emîrekî wê rêxistina tundirew hatine kuştin, herwiha ew jî eşkere kir ku, danîna van bombeyan bûye sedema nakokiyan di nav çekdarên DAIŞê de.
