Li Makûyê kirîza avê derketiye

Li Makûyê kirîza avê derketiye

Rojava News: Li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê kirîza avê derketiye û ava bendava wî bajarî %40 daketiye.

 

Qaymeqamê Makûyê Şahîn Elîzade di civîna Encumena Parastina Çavkaniyên Avê ya Makûyê de got, sal bi sal asta barîna baranê li Makûyê kêm dibe ji ber wê jî rezerva avê ya bajêr kêm bûye.

 

Şahîn Elîzade behsa bendava Makûyê jî kir û got, ji ber barana kêm, ava bendavê %40 kêm bûye.

 

Qaymeqamê Makûyê diyar kir ku divê sîstema çandiniyê û bikaranîna avê were guhertin çimkî ava herî zêde di warê çandiniyê de tê bikaranîn.

 

Bendeva Makûyê, li nêzîkî gundê Baronê yê Makûyê hatiye çêkirin ku 12 km dûrî bajêr e. Bendav, li ser çemê Zengimarê û bi axê hatiye çêkirin. Dirêjiya bendavê 350 metre û beratiya wê 10 metre ye.

 

Bajarê Makû li bakurê rojavayê Rojhilatê Kurdistanê û girêdayî Ormiyê ye û zêdetirî 70 hezar kes tê de dijîn.