Kampanya: Em kurd in

Kampanya: Em kurd in

Rojava News: Ciwanên Netewî Yên Kurdistanê li ser medyaya civakî kampanyayeke di bin navê “Em kurdin û em benda 66emîn nas nakin” de dan dest pê kirin.

 

Benda 66emîn a di makezagona Tirkiyeyê de tê de dibêje: "Her kesekî ku hemwelatîyê Tirkiyeyê tirk e.”

 

Ciwanên Netewî Yên Kurdistanê derbarê vê bendê de daxuyaniyek dan û tê de ragihandin ku wan li dijî vê bendê kampanyayek da dest pê kirin.

 

Di daxuyaniya Ciwanên Netewî Yên Kurdistanê wiha hat gotin:

 

“Em vê bendê dişibînin bendên ku di qanûnên Almanya Hitler ya di salên 1940an de cih digirt. Wê demê şêweya naskirina nîjad û netewa mirovan li gor pîvan û şeklê serê wan bû.Benda 66emîn a makezagona Tirkiyeyê jî madeyek wiha ye ku redkirin, asîmîlekirin û qirkirina netewan esas digre.”

 

Di daxuyaniyê de hat amaje kirin ku komara Tirkiye ev 80 sal in bi vê siyasetê tevdigere û hêj bi darê zorê be jî nikare miletekî ku navê wî tirk e, netewek jê pêk bîne.

 

Daxuyanî wiha didome: “Ev benda ku bi salan e hûn li ser me ferz dikin tu wateya wê ya qanûnî,exlaqî û sîyasî nîne. Em wek netewa kurd vê benda bêwate ku we li ser me ferz kiriye nas nakin.J i ber vê yekê em dibêjin; benda we ya 66emîn desthilatdariy wê li ser me nîne ji ber ku em kurd in.”