Rojava News: Li Gundê Çelebiyê Rojhilatê başurê Kobanî kesê bi navê Mihemmed İbrahîm Hemu Mahmo doh (13 nîsanê) dema dergehê mala birayê xwe vekir xanuyê bomberejkirî teqiya û jiyana xwe ji dest da.
Li kobanî berî çend roja 3 gundê ku hatin rizgarkirin, kû yek jê gundê Çelebiyê bû daniştwanê gund ji bo kontrolkirina pêdiviyê gundê xwe vegeriyan malên xwe. Lê belê DAİŞê li pêş ku gund û mala bicîbihêle bomba, mîn bi şewayekî xef cibecîkirine.
Li gor çavkaniyekê ji radyo Rojava News re ragihandiyê: Mihemmed İbrahîm Hemu Mahmo jî dema dergehê mala birayê xwe xwest vekê teqîne ke mezin ruda û û jiyanaxwe ji dest da.
Piştî ku DAİŞê ji Kobanî hate derxistin, rêxistina terorîstî gelek mal û cî bomberej kiribû û heta niha tê zanîn bi dehan kes dema vegeriyan mal û warê xwe bune cangoriyê wan mîn û bombeyan.
