li Germiyanê Jenosîda Enfalê tê bibîranîn

li Germiyanê Jenosîda Enfalê tê bibîranîn

Rojava News: Îro li Germiyanê merasîma 27`mîn salvegera jenosîda Enfal birêve diçe û çendîn çalakiyên cur be cur di yada wê karesatê de tên pêşkêş kirin.

Di demjimêr 9`ê sibehê merasîma salvegera 27.mîn jenosîda Enfalê li gundê Dîbine li Kelarê birêve diçe.

 

Li gor hatiye zanîn:  di rojên pêş de jî çalakî vê berdewam bin û wê kesûkarên Enfaliyan jî di merasîmê de peyama xwe bighînin hikûmeta herêmê û yek ji daxwazên wan jî biparêzgehbûna navçeya Germiyanê ye.

27 sal berya niha hikûmeta jinavçûyî ya Baasê bi şeş qonaxan dest bi jenosîda enfalkirina welatiyên Kurdistanê ên li navçeyên cuda cuda li başûrê Kurdistanê kir û li gor amaran 182 hezar kes kete ber ew êrişa hovane.