Amarên dawîn yê Êzîdiyên girtî û azadkirî ji destê DAIŞ

Amarên dawîn yê Êzîdiyên girtî û azadkirî ji destê DAIŞ

Rojava News: Birêvebirê giştiyê karûbarê Êzîdiyan li wezareta ewqafê ya hikûmeta Herêmê Xeyrî Bozanî amarên dawî yên ji dest DAIŞ rizgarbûne û yên hîna girtî ne û yên hatine kuştin bi vê awayê xwarê aşkira dike.

 

Xeyrî Bozanî ji dengê Emerîka re ragihandiye: Heya 6`ê nîsanê 2015`an 996 kes hatine azad kirinê ku ji wan 216 zilam, 452 jin û 169 zarokên kur û 159 zarokên keç bûne. Her weha di heftiya borî de nêzîkî 280 welatiyên dinê ên Êzîdî hatine rizgar kirin ku hejmara dawî û fermî yê hatine azadkirinê gihêştiye nêzîkî 1275 kes.

 

Xeyrî Bozanî dibêje: Hejmara giştî yê Êzîdiyên li Îraqê 550 hezar kese, ji wê hejmarê 400 hezar kes koçber bûne û 65 hezar kes jî penaber bûne, hejmara kesên hatine revandinê jî 3500 kese û 841 kes jî windane û çarenivîsa wan nediyare. Her weha 1280 kes hatine kuştin û 280 kes jî mirine.

 

Bozanî daye zanîn ku heya niha 11 gorên bikom hatine dîtin û 18 mezar û cihên olî yên Êzîdiyan jî hatine teqandinê.

 

Ew karbidestê Êzîdiyan dibêje: Ew kesên ji destê DAIŞ rizgar bûne di rewşekî tendirustî û derunî xirap dane û pêwîstiya wan bi çareseriyê heye.

 

Li ser astê welatiyan û rêxistin û çalakvanên Êzîdî bi her awayî guvaşên wan ji bo bi jenosîdnasandina karesta Şengalê li ser hikûmeta herêmê û navendê û civaka navdewletî berdewame.