Rojava News: Li navçeya Til temirê ya ser bi bi Hesekî ve, Asayîşa girêdayî bi ser PYDê ve êriş bir ser nivîsingeha PDK-Sê.
Doh êvarê 4 çekdarên asayîşa bi ser PYDê ve li derdora demjimêr 08ê êvarê avêtin ser nivîsingeha PDK-Sê û bê ku sedemek nîşanbidin derî şikandin û ketin hindir.
Hat zanîn eşya yê li nava nivîsingehê têkdanê û dest danîne ser çend belgename û li gel xwe birine.
