Kobanî- Li başûr tenê 2 xal û gundek mane

Kobanî- Li başûr tenê 2 xal û gundek mane

Rojava News: Hêzên hevbeş li herêma Kobanî çend gundên din li başûr kontrol kirin û bi tenê 2 xal û gundek li aliyê başûr maye ku kontrol bikin.

 

Hêzên hevbeş ên Odeya Volkana Firatê piştî ku rêya stratejîk a di navbera parêzgeha Heleb û Hesekê de ji destê DAIŞê derxistin, niha hin bi hin navçeyên li ser wê bi temamî kontrol dike.

Li gor hatiye zanîn; Duhî nêzîkî 20 gund li başûrê Kobanî ji destî DAIŞê hatin derxistin, ji wan gundan jî Girik, Hemdûn, Saqik, Îsinê, Xurxuriyê û Xan Mamed bûn.”

 

Li gor zaniyariya ji Kopriya Qereqozaqê de ji aliyê rojava ber bi rojhilatê ve heta gundê Ebû Sirê li nêzîkî bajarokê Eyin Îsa li ser rêya di navbera parêzgeha Heleb û Hesekê de, bi tenê 2 xal di destê DAIŞê de mane.

Gundên rojavayê Kobanî bi temamî ji destê DAIŞê hatine derxistin û li aliyê başûr jî tenê 2 xal û gundek mane.

 

Derbarê xendeqa ku li derdora bajarê Kobanî de tê kolandin, peyamnêrê Rûdawê got: “Ew xendeq li aliyê başûr, rojava û rojhilat tê kolandin û niha piraniya wê hatiye kolandin.”